Wezîrê Derve yê Hollandayê: Divê Kurd di pêşeroja Sûriyê de xwedî rol bin

Wezîrê Derve yê Hollandayê: Divê Kurd di pêşeroja Sûriyê de xwedî rol bin

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Holandayê di raportekê de ku pêşkêşî parlamentoya wî welatî kiriye, tekez kiriye ku divê Xiristiyan, Kurd û pêkhateyên din di nav dewleta Sûriyê ya pêşerojê de cih bigirin û mafên wan bên parastin.

Li gorî nûçeya ku di malpera hikûmeta navendî ya Hollandayê de hatiye weşandin, nûnerê taybet ê wî welatî bi rayedarên payebilind ên Sûriyê re hevdîtin pêk aniye û li ser girîngiya siyaseta veguhêz a berfireh û parastina kêmneteweyan tekez kiriye. Li gorî medyaya Hollandî, nûnerê raporek taybet li ser serdana xwe pêşkêşî Wezîrê Derve kir. Wezîrê Derve jî raporta nûnerê xwe pêşkêşî parlamentoyê kir.

Roja Yekşemê 05.12.2024, malpera hikûmeta navendî ya Hollandayê ragihand: “Ji 2 heta 4ê Çile Nûnerê Taybet ê Holenda bo karûbarên Sûriyê Thijs Hierlax serdana Şamê kir.”

'Divê mafên Kurdan bên parastin'

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Hierlax bi rayedarên hikûmeta demkî ya ji aliyê HTŞê ve hatiye avakirin re, ji bo ku derbarê rewşa ewlehiyê de agahiyan werbigire û peyama Wezîrê Karên Derve yê Hollandayê Kasper Veldkamp a li ser girîngiya polîtîkaya veguhêz a berfireh û parastina kêmneteweyan bigihîne re hevdîtin kir.

Têkildarî serdanê, Wezîrê Karên Derve yê Hollandayê di axaftina xwe ya têkildarî rapora li Meclîsê de got, "Siyaseta veguhêz a berfireh a ji aliyê Sûriyeyê ve tê meşandin, ji bo aramiya Hollanda û Sûriyeyê jî girîng e. Wezîr herwiha got, "Pir girîng e ku Xiristiyan, Kurd û kêmneteweyên din jî tevlî vê pêvajoyê bibin û ji bo parastina mafên mirovan."

Wezîra Hollandayê diyar kir ku "Serdana Hierlax ji bo lêkolînkirina vê siyasetê (polîtîkaya veguhêz a tevde) çawa dikare ji hêla Hollanda û Yekîtiya Ewropayê ve were piştgirîkirin." Wî got: "Daxwaza Hollanda ye ku piştgirîya aramiya Sûriyê bike, bi taybetî di şerê li dijî terorê û vegera penaberan bo cihên xwe."

Li gorî Neteweyên Yekbûyî, ji ber şerê navxweyî yê Sûriyeyê nêzî 7,2 mîlyon welatî koçber bûne. Wekî din, 70% ji nifûsa welêt hewcedarê alîkariyên mirovî ne.

"Kesên ku li Sûriyeyê binpêkirinên mafên mirovan dikin wê bên cezakirin"

Wezîrê Derve yê Hollandayê herwiha tekezî li ser biryara welatê xwe bo sizakirina kesên ku di binpêkirina mafên mirovan li Sûriyê de hene, kir.

Nûnerê taybet ê Hollandayê herwiha bi rayedarên ofîsa nûnerê taybet ê NY bo karûbarên Sûriyê, ofîsa Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Netewên Yekgirtî, rêxistinên curbicur ên nehikûmî li Şamê û serkirdeyên Xirîstiyanên vî welatî re hevdîtin pêk anî.

Hollanda heta niha plan nake ku balyozxaneya xwe li Şamê veke

Li gor daxuyaniya ku derbarê serdana nûnera Hollanda ya karûbarên Sûriyê de hatiye belavkirin, hikûmeta Amsterdamê niha plana vekirina balyozxaneya xwe li Sûriyê nîne, lê wê bi rayedarên Şamê re diyalogê bike. Herwiha hikûmeta Hollandayê li gel welatên din ên hevpeyman wê biryarên derbarê pêwendiyên xwe yên paşerojê ligel hikûmeta Sûriyê li ser bingeha kiryarên vê hikûmetê di heyama bê de bide.

Di 21ê Kanûna 2024an de, Qeter bû duyemîn welat ku piştî rûxandina rêjîma Esed balyozxaneya xwe li Sûriyê vekir. Tirkiye yekemîn welat bû ku ev yek kir. Herwiha hin welatên din jî di nav de Iraq jî amade ne ku biryarên xwe yên girtina balyozxaneyên xwe li Sûriyê ji nû ve binirxînin.

 
Ev nivîs 42 car hatiye xwendin.