HSDê di şerê çekdaran de mirina 4 şervanên xwe ragihand
PeyamaKurd - Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand ku di şerê komên çekdar ên Tirkiye piştevaniya wan dike de, 4 şervanên wan li gundewarê Minbicê û Sirînê can dane.
Di daxuyaniya HSDê de hatiye gotin, "Tevî hewldanên dewleta Tirk û çeteyên wê yên pêşdeçûna meydanî û dagirkirina zêde ya xakê, lê rastî berxwedana dîrokî û derbên giran ên hêzên me HSDê tên. Ji roja destpêka şer ve, bi taybet li Bendava Tişrîn, gundewarê Minbic, pira Qereqozaq û eniyên din ên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, tevî bikaranîna çekên nûjen, balafirên şer û bêmirov, tank, topavêj û çekên giran, zirarên mezin bi artêşa Tirkiyê û çeteyên wê dibin.”
HSDê diyar kir ku di cih û demên cuda de, piştî ku bi lehengî li ber xwe dane 4 şervanên wan gihîştine şehadetê û sersaxî ji malbatên wan re hate xwestin.
Ev nivîs 55 car hatiye xwendin.