Koreya Bakur moşeka balîstîk avêt Deryaya Japonyayê
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Koreya Bakur moşekeke balîstîk a menzîla navîn ber bi Deryaya Japonyayê ve avêtiye.
Li gorî daxuyaniya Sererkaniya Giştî ya Koreya Başûr (JCS), Koreya Bakur roja Duşemê 6ê Çileya 20205an moşekeke balîstîk a menzîla navîn ber bi Deryaya Japonyayê ve avêtiye.
Hêjayî gotinê ye ku ev ceribandin di demekê de hatiye kirin ku Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken ji bo pêwendiyên siyasî li Koreya Başûr bû.
Ceribandina navborî, ku wek tirsandina DYA hat şîrovekirin, ceribandina moşekê ya yekem a sala nû ya Pyongyang bû.
Di daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Japonyayê da hat ragihandin ku Pyongyangê li gor saeta herêmî di saet 12.05an da moşeka balîstîk ber bi Deryaya Japonyayê va avêtiye.
Ev nivîs 34 car hatiye xwendin.