John Bolton: Metirsiya DAIŞê zêde dibe

John Bolton: Metirsiya DAIŞê zêde dibe

PeyamaKurd – Balyozê berê yê Amerîkayê yê li Neteweyên Yekbûyî û Şêwirmendê Asayişa Neteweyî yê Serokê berê Donald Trump, John Bolton got: “Metirsiya DAIŞê ne tenê berdewam dike, her ku diçe mezin dibe.”

Bolton der barê êrîşa terorê de ya li New Orleansê daxuyanî da ku 15 kesan jiyana xwe ji dest dan, ji CNNê re got, “Girîng e ku neyê jibîrkirin ku êrîşa New Orleansê ne bûyereke gurê bitenê bû.”

Bolton diyar kir ku ev êrîş plana navendî ya DAIŞê ye û weha got: “Ev êrîşa ku bi biryara navendî ya DAIŞê hat kirin, bi rastî jî nîşanî me dide ku xeterî ne tenê dewam dike, her wiha mezin jî dibe.”

Bolton diyar kir: “Asta metirsiyê piştî êrîşa li New Orleansê pir bilind dimîne. Ev xeletiyek e ku meriv bifikire ku xetera terorîstiya cîhanî ya li dijî me kêm bûye. Fikra ku îslamîzma radîkal ji holê rabûye ji bo Dewletên Yekbûyî pirsgirêk e. Divê em ji vê trajediyê derseke mezintir wergirin ku ev pirsgirêk ji bo hevalbendên me yên li hundir û derveyî welêt berdewam dike.”

Ev nivîs 32 car hatiye xwendin.