Şeybanî ji DYAyê re: Dorpêçan rake
PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê rêveberiya nû ya Sûriyeyê Şeybanî di daxuyaniya xwe ya piştî hevdîtinên xwe yên li Qeterê de bang li DYAyê kir ku dorpêçan rake.
Di daxuyaniya Wezareta Karên Derva ya Qeterê de hat destnîşankirin ku Serokwezîrê Qeterê û Wezîrê Karên Derva Şêx Muhammed Bin Abdurrahman Al Sanî îro bi Wezîrê Karên Derva yê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê Esad Şeybanî, Wezîrê Parastinê Murhaf Ebû Kasra û Serokê Saziya Îstixbaratê Enes Hattab ra hat bal hev.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Al Sanî di hevdîtinê de "helwesta Dewleta Qeterê ya ku piştgirî dide yekparçeyiya xak, serwerî û serxwebûna Sûriyeyê" dubare kir.
Qeterê ku piştgirî da komên opozîsyonê yên li welêt berî ku komên îslamî yên bi pêşengiya Heyet Tehrîr el-Şam (HTS) Beşar Esed hilweşînin, li dijî vegerandina Sûriyê bo Komkara Erebî ya di bin serweriya Esed di sala 2023an de bû.
Hikûmeta nû li Sûriyê, bi serokatiya lîderê HTŞê Ehmed el-Şara, hêvî dike ku ji nû ve têkiliyên dîplomatîk bi welatên Ereb re xurt bike û hem jî dorpêçan rake da ku aboriya welat zindî bike.
Wezîrê Karên Derve yê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê Şeybanî di hevdîtinên xwe yên li Qeterê de ji kanaleke radyoyê re daxuyanî da.
Bi gotina wê yekê ku ew dorpêç rêgir in li pêş vejandina bilez, me nîgeraniyên xwe ji Dohayê re li ser zehmetiyên der barê sizayên aborî yên li ser gelê Sûriyê de ragihandin û em careke din banga xwe ji Amerîka re dubare dikin ku van sizayan rake.