Li Minbicê şer û pevçûnên giran: 72 çekdar hatin kuştin
PeyamaKurd – Li derdora Bendava Tişrînê di şerê navbera şervanên HSDyê û komên çekdar ên nêzî Tirkiyeyê de 72 çekdar hatin Kuştin û bi dehan çekdar jî birîndar bûn.
Her wiha 11 şervanên HSDyê jî di wan şer û pevçûnan de birîndar bûne.
Li derdora Bendava Tişrînê di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û komên çekdar ên nêzikî Tirkiyeyê de şer û pevçûnên giran derdikevin.
Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ya HSDyê li ser şer û pevçûnên dawî daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê de hat ragihandin di êrişên li Minbic û derdora Bendava Tişrînê 72 çekdar hatine kuştin û bi dehan çekdar jî birîndar bûne.
Her wiha Meclisa Leşkerî ya Minbicê da zanîn ku termên 16 çekdaran ketine destê wan û otomobîlek jî hat îmhakirin û gelek çek û cebilxane jî bi dest xistine.
Li gorî daxuyaniyê, hejmara wesayîtên leşkerî yên zirxî ku ji aliyê hêzên wan ve hatine îmhakirin gihîştiye 7 wesayîtan ku di nav de tank û 2 wesayîtên ku doçka li ser wan hatine danîn jî hene.
Di beşeke din a daxuyaniyê de hat ragihandin, komên çekdar ên nêzikî Tirkiyeyê bi beşdariya endamên koma “Hurras el-Din” ên ji Ozbekistan, Turkistan û Çeçenistanê û piştgiriya 5 dronên Tirkiyeyê êrişeke tund biriye ser gundên Etşane, Seidîn, Xirbet Tuwenî, Mehşiye Şêx Ubeyd El-Mistefa, Xirbet Zimale, Mistaha, Tila Sîrîtel û gundê Eluş başûr û rojhilatê bajarê Minbicê û derdora Bendava Tişrînê.
Li gorî daxuyaniyê di encama berxwedana şervanên wan de êriş hatine têkbirin û bi dehan çekdar hatine kuştin, 11 şervanan cane xwe ji dest da.
Li aliyê din, Meclisa Leşkerî ya Minbicê da zanîn ku di êriş, şer û pevçûnan de 11 şervanên wan cane xwe ji dest daye.
Ev nivîs 35 car hatiye xwendin.