Rêveberiya Myanmarê 6 hezar girtî efû kirin
PeyamaKurd – Rêveberiya cuntayê ya Myanmarê ragihand ku di nav de 180 biyanî zêdetirî 5 hezar 800 girtî demeke nêz, dê ji vê biryarê sûd wergirin.
Vê şêmiyê li Myanmarê bîranînên serxwebûnê ya ku 4ê çileya 1948an serxwebûna xwe îlan kiribû dihatin kirin bîryara efûyê hat ragihandin.
Rêveberiya cuntayê ragihand ku tevî 180 kesên biyanî zêdetirî 5 hezar 800 girtî, demeke nêz dê ji vê biryarê sûd wergirin.
Di daxuyaniyê de nehat diyarkirin ku girtiyên biyanî ji ber çi sedemê hatine girtin.
Artêşê dîa kir ku ev biryar, “ji ber sedemên mirovî û rehmî” hatiye dayîn.
Her wiha hat ragihandin 144 kesên ku cezayê miebetê girtine cezayê wan daketiye 15 salan.
Piştî derbeya sibatê 2021an dawî li ceribandina demokratîk anî û vir ve artêşê bi deh hezaran kes girtibû.
Li wir bi gelek komên etnîkî ya çekdar pevçûn çêdibin. Her wiha bi salan e ku ji bo çavkaniyên kevirê yeşîm, spîndar û afyonê di bin kontrola xwe de bigirin pevçûn hene. Piştî ku artêşê derbe kir û pê ve pevçûn kûrtir bûn.
Hikûmet bi rêk û pêk di dema merasîmên bîranînê û festîvalên bûdîstan de bi hezaran girtî re efûyan derdixe. Rêveberiya cûntayê sala 2024an dîsa ji ber sersala serxwebûnê ji zêdetirî 9 hezar girtî berda bû.
Ev nivîs 33 car hatiye xwendin.