Hemasê piştrast kir ku danûstandinên agirbestê dê li Xezeyê ji nû ve dest pê bikin
PeyamaKurd – Piştî nûçeya ku Îsraîl ji bo danûstandinên agirbestê û pevguhertina girtiyan li Xezeyê dê şandekê bişîne Qeterê, Hamasê ragihand ku erêkirin ji bo jinûve destpêkirina hevdîtinên li Dohaya paytexta Qeterê hatiye dayîn.
Piştî nûçeya ku Îsraîlê ji bo danûstandinên agirbestê û pevguhertina girtiyan li Xezeyê dê şandekê bişîne Qeterê, Hamasê piştrast kir ku dê hevdîtinên agirbestê li Qeterê ji nû ve dest pê bikin.
Hamasê got, “Danûstandinên nerasterast wê îro li Dohaya paytexta Qeterê ji nû ve dest pê bikin” û diyar kir ku dê hevdîtinên li ser lihevkirineke ku bi temamî rawestîne û vekişîna hêzên dagirker ji Zîvala Xezeyê misoger bike, were kirin.
Ev nivîs 29 car hatiye xwendin.