Çad, Senegal û Peravên Fildişi: Wê di demekî kurt de leşkerên Fransayê derkevin

Çad, Senegal û Peravên Fildişi: Wê di demekî kurt de leşkerên Fransayê derkevin

PeyamaKurd – Fransa her diçe welatên pêve girêdayîne bertekê nîşanê wê didin û niha sê welat wê leşkerên Fransayê ji welatên xwe derxin: Çad, Senegal û Peravên Fildişi. Her sê welatan daxwuyaniyên xwe di vê çarçovê de dan.

Li gor ajansa Associated Pressê; wê Fransa ji Peravên Fildişiyê leşkerên xwe vekişîne. Serokê Fildişiyê Allassane Outtara di daxwuyaniya xwe de got ku wê hêzên Fransayê di meha yekî ya 2025an de, ji welatê wî vekişin. 600 leşkerên Fransayê li Peravên Fildişiyê ne. Quttara got:

“Me biryarê da ku leşkerên Fransayê bi rêxistin û koordîne ji Peravên Fildişiyê vekişin. Tabûra Fransiz ya Port-Bouëtê ji aliyê Fransayê de tê birêvebirin û wê baregeh teslîmê hêzên Fildişiyê bikin.”

Dema peymana navbera Çadê û Fransayê biqede, wê hêzên Fransayê heya 31.01.2025an Çadê terkbikin. Serokkomarê Çadê Muhammed İdris Debi İtno ragihand ku wê leşkerên Fransayê heya 31.01.2025an vekişin, wê têkiliyên xwe bi welatên dost re bimeşînin û di plana xwe de, berjewendiyên welatê xwe berya her tiştî daye berçav.

Serokkomarê Senegalê Bassirou Diomaye Faye ragihand ku wê di temamê salê de leşkerên biyanî li welatê wî nemînin. Faye ragihandina xwe di peyama xwe ya serê salê de da û got ku divê ti hêzekî biyanî li welatekî nemîne û Senegal welatekî serbixwe ye.

Tekane wekî biyanî leşkerên Fransayê li Senegalê hene û jimara wan li dora 350 kesaye.

Ev nivîs 51 car hatiye xwendin.