WSJ: Agirbesta Xezeyê girêdayî destbikarbûna Trump e
PeyamaKurd – Hate ragihandin, her ku danûstandinên agirbestê bi rêya navbeynkaran berdewam dikin jî heta Serokê Amerîka Joe Biden, 20ê Çileyê erka xwe radestî serokê hilbijartî Donald Trump neke nayê pêşbînîkirin ku agirbest li Xezeyê dest pê bike.
Li gorî nûçeya Rojnameya Amerîkî The Wall Street Journal (WSJ), niha hevdîtinên agirbesta Xezeyê xitimî ne û bi zarê navbeynkarên Ereb daye xuyakirin, beriya 20ê Çileyê ku Donald Trump li Koşka Spî dest bi kar bike, nayê çaverêkirin ku agirbest dest pê bike.
Aliyên navbeynkar diyar kirine, ji bo agirbesta serbest berdana 30 rehîneyên îsarîlî û agirbesteke 60 rojî tê nirxandin ku li beramberî wê ji Îsraîlê jî tê xwestin girtiyên filîstînî berde û rê li ber şandina alîkariyan bo Xezeyê veke.
WSJê daye zanîn ku her du aliyan jî helwestên xwe tund kirine û Îsraîlê qebûl nekiriye hin girtiyên Hemas wan dixwaze serbest berde û herwiha Hemasê dawîkirina şer jî aniye rojevê ku Îsraîl vê napejirîne.
Li gorî nûçeyê tê pêşbînîkirin piştî hatina Trump herdu alî ji nû ve vegerin ser maseya gotûbêjan.
Ev nivîs 52 car hatiye xwendin.