Balafira rêwiyan a ku li Norwêcê bi awayekî awarte daket, ji pîstê derket
PeyamaKurd – Balafireke rêwiyan a li Norwêcê di dema daketina lezgîn de ji pîstê derket û li qadeke bi giya ket.
Di daxuyaniya ku ji aliyê Royal Dutch Airline KLM ve hat dayîn de, balafira navborî dema ji Balafirgeha Osloyê ber bi Amsterdamê radibû, neçar ma ku bi awayekî lezgîn li Balafirgeha Sandefjordê dakeve.
Balafira bi tîpa Boeing 737-800 dema dadiket ji pîstê derket û li qadeke çîmenî ket. Hat diyarkirin ku di balafirê de 176 rêwî û 6 xebatkarên balafirê bi tu awayî zirar nedîtine û derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.
Di nûçeyên di çapemeniya Norwêcê de hat îdiakirin ku Hat îddîakirin ku balafir ji ber xerabûna pergala hîdrolîk a lezgîn daketiye.