Şîroveya yekem a MHPê ji bo peyama Ocalan!
PeyamaKurd – Karakaya yê MHPê derbarê daxuyaniya Ocalan a piştî pêvajoya ku bi banga Bahçelî destpê kir de got, "Dawamkirina vê bangê weke polîtîkaya dewletê ev pêvajo anî qonaxa îro."
Nirxandina yekemîn ji MHPê derbarê hevdîtina parlamenterên DEMê Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder bi Abdullah Ocalan re li Girtîgeha Îmraliyê hat. Alîkarê Serokê Giştî Mewlûd Karakaya di daxuyaniya xwe ya li ser weşana Kanal 7ê da wiha got, "Ew bi xwe jî diyar dikin ku nêzîkatiya wan a erênî ji vê bangê re heye. Ya herî baş ew e ku em li benda nirxandina Serokê xwe yê rêzdar bin." Karakaya ku ji bernameyê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî beşa têkildar parve kir û wiha got:
"Têkiliya Serokê me ya rêzdar bi endamên Partiya DEMê re di roja vekirina parlamentoyê de û bangên ku di civînên komê yên piştre kirin de, ev pêvajo leztir kir. Dibe ku di raya giştî de bi berfirehî were nîqaşkirin.
Berdewamiya vê bangê weke polîtîkaya dewletê ev pêvajo aniye qonaxa îro. Daxuyanî danê sibê hat dayîn. Mijar pir teze ye. Birêz Serokê me ku di vê mijarê de roleke girîng di pêvajoyê de lîst, wê nirxandinekê bike. Ew bi xwe jî diyar dikin ku nêzîkatiyeke wan a erênî li hemberî vê bangê heye. Ya herî baş ew e ku em li benda nirxandina Serokê xwe yê hêja bin."