Ozgur Ozel li ser Îmraliyê daxuyanî da!
PeyamaKurd – Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel, serdana heyeta DEMê ya Îmraliyê nirxand û diyar kir ku nêzîkatiya wan a li hemberî pêvajoyê zelal e û got, "Em ji destpêkê ve dibêjin ku bingeha çareseriyê Meclîsa Tirkiyeyê be."
Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Ozgur Ozel, têkildarî hevdîtina şanda Partiya DEMê ya doh li Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re pêk anî, daxuyaniyek da.
Ozgur Ozel daxuyaniya Partiya DEMê ya piştî civînê jî nirxand.
Ozel van îfadeyan bi kar anî:
“Min daxuyaniya birêz Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder piştî hevdîtina li Îmraliyê xwend û diyar kirin ku ew ê weke partiyên din randevûyê ji me bixwazin.
Di prensîbê de em bi hemû aliyan re di nava diyalogê de ne û em hemû kanalên xwe yên ragihandinê vekirî dihêlin. Nêzîkatiya me ya ji pêvajoyê re zelal e. Em ji destpêkê ve dibêjin ku bingeha çareseriyê Meclîsa Mezin a Tirkiyeyê be. Em alîgir in ku pêvajo bi awayekî şefaf bê meşandin.Yek ji pîvanên me yên herî girîng rêzgirtina ji hesasiyeta malbatên şehîdan û şehîdan e. Em geşedanên di vê çarçoveyê de dişopînin, lê agahiyên ku di destê me de ne hê têra şîroveyeke kûr nakin. Piştî ku em hûrguliyan bi dest bixin, em ê di komîteyên xwe yên rayedar de nirxandinan bikin û bi raya giştî re parve bikin."