Iraq mûçe dide 2 hezar û 228 jinên Kurd ên Êzîdî

Iraq mûçe dide 2 hezar û 228 jinên Kurd ên Êzîdî

PeyamaKurd – Hikûmeta Iraqê ragihand ku 2 hezar û 228 jinên Kurd ên Êzîdî yên ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin mûçeyên asayî wergirtine.

Rêveberê Karûbarên Jinên Êzidî yên rizgarbûyî li Wezareta Kar û Karûbarên Civakî ya Iraqê Serab Îlyas di daxuyaniyekê de ragihandiye, heta niha 2 hezar û 228 jinên Kurd ên Êzîdî mûçeyê mehane ji hikûmeta Iraqê wergirtine. Îlyas diyar kir ku nêzî 30 serlêdan hêj di pêvajoya nirxandinê de ne.

Serab Îlyas ragihand ku mûçeyê jinên rizgarkirî 800 hezar dînarê Iraqî (nêzîkî 600 dolarên Amerîkî) bûye. Wî herwiha diyar kir ku daxwazên jinên ku li derve ne, vegeriyane yan nû hatine rizgarkirin bi rêkûpêk tên lêkolînkirin.

Parlamentoya Iraqê di 1ê Adara 2021an de pêşnûmeya qanûna jinên Êzidî yên rizgarkirî qebûl kir. Li gorî qanûnê ji bo hemû jinên ji destê DAIŞê reviyan desteka dewletê hat xwestin.

DAIŞê di 3yê Tebaxa 2014an de êrîşî Şengalê kir, li dijî Kurdên Êzidî komkujî pêk anî û 6 hezar û 417 kes revandin. Heta niha zêdetirî 3 hezar û 580 Kurdên Êzidî hatine rizgarkirin.

 
Ev nivîs 50 car hatiye xwendin.