Dadgeha Diyarbekirê di doza Narîn Güran de biryarê da: 3 kes cezayê heya bi heyayê sitend
PeyamaKurd – Li Diyarbekirê di doza Narin Güran a ku hatibû kuştin de dadgehê cezayê giran yê daîmî da diya keçikê Yüksel Güran, biyarê Narinê Enes Güran û apê wê Nevzat Güran. Sedemê jî ji ber bi hevkarê Narin Güranê kuştine dadgehê nîşan da.
Tenê di nav wan de xizmetkarê malbatê yê ku goya cezanê Narin Güranê biriye di newala gunde veşartiye yê bi navê Nevzat Bahtiyar 4 sal û 6 meh ceza danê ku ew jî ji ber ku delîla reş kiriye ew ceza danê.
Dêya Narin Güranê, dema serokê dadgehê gotina wê ya dawiyê jê pirsî, got:
“Ez ne kujerê keça xwe me, biryara dawî ya te ye.”
Nevzat Bahtiyar jî got ku:
“Min cesed bir newalê veşart. Cezayê min çi be, ez razî me.”
Birayê Narînê Enes Güran jî ji dadgehê re got:
“Min rastiyê got. Heqê xwe helal nakim. Ez tewanên dadgehê qebûl nakim.”
Mamê Narînê Salim Güran jî ji dadgehê re gotina dawiyê got:
“Narin biraziya mine û canê min e. Eger di dinayyê de yek hebe herî dawiyê zerarê bide Narînê, ew jî ez im.”
Biryara dadgehê ewe ku bi hevkarî her sê kes; diya Narînê Yüksel Güran, bira Enes Güran û apê wê Salim Güran, Narînê kuştine.
Ev nivîs 37 car hatiye xwendin.