Li bajarên Bakurê Kurdistanê rêyên 287 gundan ji berfê hatin girtin
PeyamaKurd - Li bajarên Wan, Mûş û Bedlîs û Colemêrgê yên Bakurê Kurdistanê ji ber berfa zêde û pûkê rêya 287 gundan hate girtin.
Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ragihandiye, li bajêr berfeke zêde dibare û ji ber li 68 gund û 95 gundikan rê hatiye girtin.
Îdareya Xizmetên Rê û Gihandinê yê Bedlîsê jî daye xuyakirin, bê navber berf dibare û di encamê de rêya 58 gundan hatiye girtin û bandoreke neyînî li jiyana welatiyan kiriye.
Herwiha li Mûşê jî rêya 55 gundan girtî ye û Rêveberiya Îdareya Taybet a Bajêr ragihandiye ku bi 50 makîneyên kar û 65 karmendan dest bi vekirina rêyan kirine û xebatên wan berdewam dikin. Dîsa li Colemêrgê jî rêyên 11 gund û 40 mezrayan hatine girtin.
Ev nivîs 43 car hatiye xwendin.