Di roja dawî ya 2024an de zêdetirî 4 hezar kesan bi rêya Balafirxaneya Hewlêrê hatûçûn kiriye
PeyamaKurd – Birêveberê Giştî yê Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê ragihand, “Di roja dawiyê ya sala 2024an de 4 hezar û 826 kesan bi rêya Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê hatinûçûn kiriye.”
Birêveberê Giştî yê Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê Ehmed Wişyar îro (01.01.2025) taybet ji Malpera K24ê re ragihand, “Di roja dawiyê ya sala 2024an de, 1000 û 535 kesên iraqî bi rêya Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê hatine Herêma Kurdistanê, hezar û 14 kes jî bi wê rêyê çûne.”
Birêveberê Giştî yê Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê her weha got, “Her bi rêya Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê, 957 kesên biyanî hatine û hezar û 456 kesên biyanî jî bi wê rêyê derkeftine.”
Ehmed Wişyar amaje jî pê kir “Ew kesên bi rêya Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê hatine 2 hezar û 492 kes bûn û yên ku derkeftine jî 2 hezar û 370 kes bûne, hejmara giştî ya hatî û çûyiyan 4 hezar û 826 kes bûn.”
Ev nivîs 41 car hatiye xwendin.