Mesrûr Barzanî bi Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê re behsa mijara petrola Kurdistanê kir
PeyamaKurd – Serokwezîr Mesrûr Barzanî ragihand, rawestandina şandina petrolê ji Kurdistanê ziyaneke mezin gihandiye bûdceya Iraqê.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê bo karûbarên enerjiyê Geoffrey Pyatt bi rêya telefonê axivî.
Hat ragihandin ku di hevdîtinê de têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê û mijarên sewqiyata petrolê hatin gotûbêjkirin.
Di daxuyaniya xwe ya derbarê vê peywendiya telefonî de Mesrûr Barzanî got: “Îro li gel Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê bo karûbarên enerjiyê birêz Geoffrey Pyatt peywendiyeke telefonî pêkanî û tekezî li ser bihêzkirina peywendiyên dualî û destpêkirina hinartina petrolê kir. Herêma Kurdistanê.”
Mesrûr Barzanî bal kişand li ser rakirina astengiyên li pêşiya şandina nefta Kurdistanê û diyar kir ku divê di demeke herî zû de pirsgirêk bên çareserkirin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî got, “Rawestandina şandina petrolê zirareke mezin gihandiye bûdceya giştî ya Iraqê.”
Di peywendiya telefonî de, aliyan tekezî li ser pêwîstiya parastina mafên destûrî û dahatên darayî yên Herêma Kurdistanê kirin.
Her wiha bal kişand li ser rola girîng a Herêma Kurdistanê di warê enerjiyê de ji bo pêşkeftina aborî û aramiya Iraq û herêmê.
Ev nivîs 33 car hatiye xwendin.