Qesra Şîrîn | Polîsên rejîma Îranê ciwanekî kurd qetil kir

Qesra Şîrîn | Polîsên rejîma Îranê ciwanekî kurd qetil kir

PeyamaKurd – Ciwanekî kurd ê ji bajarê Qesra Şîrînê yê bi ser parêzgeha Kirmaşaha Rojhilatê Kurdistanê ve, yê bi navê Mihemed Ezîzî, li bazara sînorî ya Perwîzxaneya Qesra Şîrînê, bi destê polîsên rejîma îslamî ya Îranê ve hat qetilkirin. 

“3 gule berdanê”

Li gorî raporeke ku gihaye Saziya Mafê Mirov a Hengawê, doh, demjimêr 23:00ê roja yekşemê (05.01.2025) hêzên yekîneya taybet û “NOPO” (hêzên taybet ên pasdarên parêzgeha Kirmaşahê) bi ser bazara sînorî ya Perwîzxanê ya li Qesra Şîrînê de girtine û kesek gulebaran kirine ku ew, ciwanê kurd ê bi navê Mihemed Ezîzî (34) ye.

Xizmekî Mihemed Ezîziyê hatiye qetilkirin ji Hengawê re gotiye: “3 guleyên keleşnîkovê li sîng û zikê wî ketine û di cih de jiyana xwe ji dest daye.”

Hengaw dide zanîn ku heftiya borî Mihemed Ezîzî bi polîsên rejîma Îranê re pev çûye û şeva borî wan jî ji bo desteserkirina wî bi ser bazarê de girtiye, dema ku teslîmî wan nebûye jî, bi 3 guleyan ew qetil kirine. 

Hengaw tekez dike ku wê yekîneya ku Mihemed Ezîzî qetil kiriye, ji bo desteserkirina wî, ji dozgerê bajarê Qesra Şîrînê yê bi navê “Elî Ristemî” destûra gulebaranê wergirtiye.

Ev nivîs 55 car hatiye xwendin.