Segvan Sindî: PDK li gel dirêjkirina temenê komîsyona hilbijartinên Iraqê nîne
PeyamaKurd – Endamê Parlamentoya Iraqê yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) aşkera dike ku komîsyona hilbijartinên Iraqê 2 caran temenê wê hatiye dirêjkirin û PDK li gel dirêjkirina temenê komîsyonê nîne.
Parlamenterê PDKyê li Iraqê Segvan Sindî ji BasNewsê re ragihandiye: “Komîsyona hilbijartinên Iraqê heta niha 2 caran temenê wê hatiye dirêjkirin, ji bo wê jî em baş dibînin ku komîsyoneke nû bê danîn, niha parlamento dixwaze careke din dema karkirina komîsyonê dirêj bike, lê em wek PDK li gel wê yekê nînin. Ji ber sedr’î ji vê komîsyonê vekêşiyan û PDK jî tu endamê wê tê de nîne, em daxwaza komîsyoneke nû dikin û divê PDK jî endamê wê di encûmena komîsyaran de hebe.’’
Wî her weha diyar kir: ‘’Serokê encûmena nûneran daxwaz kiribû ku duh rûniştin ji bo dirêjkirina dema komîsyonê bê kirin, lê ji bo her rûniştinekê pêwîst e serok û her du cîgir îmzeyê li ser karnameyê bikin, nûnerê me Dr. Şaxewan Ebdula îmze nekiribû û razî nebû dema karkirinê ya komîsyonê bê dirêjkirin. Ji ber em dibêjin divê komîsyoneke nû ji aliyê encûmena bilind a dadwerî ve bê danîn.’’
Parlamenterê PDKyê Segvan Sindî dibêje: ‘’Heta niha sedr’î û Malikî negihîştine rêkeftinê li ser yekbazineyî yan pirbazineyiya hilbijartinê û diyar nîne bê ew pirsgirêk dê berdewam bike yan na jî.’’
Ev nivîs 33 car hatiye xwendin.