Serokê CHP li ser Îmraliyê axifî: “Em ne li ber dibin asteng û ne xerab dikin”

Serokê CHP li ser Îmraliyê axifî: “Em ne li ber dibin asteng û ne xerab dikin”

PeyamaKurd – Serokê giştî yê CHP a Tirkiyê Özgür Özel li bajarê Adraxanê (Aradhan) li ser seredana heyeta DEM Partiyê ya çûna Îmraliyê axifî û got:

“Em ne li ber dibin asteng û ne xerab dikin. Lê bila kes li qûsûrê nerêne, em ê nebin perçeyekî ji planên ti partiyekî.”

Özel, li ser seredana DEM partiyê ya Îmraliyê, seredana serokê meclisa Tirkiyê Numan Kurtulmuş û seredana serokê MHPê Devlet Bahçeli şiroveyan kir û got:

“Heya çend roj berê Bahçeli ji kursiyê meclisê ben davet me û ji ber me bi DEM Partiyê re hevdîtinan dikir, Bahçeli ji me re digot; ‘ji partiya DEMê dema xwe digrin’, îro pêvajoyekî dinê dimeşînin. Di ti dewra CHPê de, em nebûne terefdarê şer, xwînrêtinê û barandina rondikên çavan. Me xwest dê negirîn, teror raweste, rondik nên barandin. Me got bila ev kar di meclisê de biqede. Li hember derdiketin. Niha dibêjin çareseriya di meclisê de raste… Em naxwazin ev mijar bibe ya hilbijartinan. Eger daxwazekî were ber me, em ê lê binêrin, rave bikin û biryara xwe bidin…Kurd jî yên me ne û Tirk jî…..”

Ev nivîs 44 car hatiye xwendin.