Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li Şamê ofîsekê vedike: 300 hezar Kurd lê dijîn
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî (BCF) li paytexta Sûriye Şamê ofîsa xwe vedike daku alîkariyê bigihîne Kurdên Şamê ku bi qasî 300 hezar lê dijîn.
Endamê Desteya Birêveberiya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Rewac Hacî ragihand ku ji bo alîkariya nêzîkî 300 hezar Kurd ew dê nivîsgeha xwe li Şama paytexta Sûriyeyê vekin.
Rewac Hacî ji Rûdawê re gotiye, armanca wan a vekirina ofîsê gihandina alîkariyan a Kurdên ku li wan herêmên paytexta Sûriyeyê dijîn e.
Hêjayî gotinê ye BCFê li Efrînê jî ji sala 2023yan ve nûnertiya xwe vekiriye û alîkariyan digihîne herêmê.
Li gorî amaran piştî 8ê Kanûna 2024an a rûxandina rejîma Esed, heta 19ê Kanûna 2024an, 2 hezar û 876 malbatên Kurd ku hejmara wan 7 hezar û 824 kes e, vegeriyane Efrînê. Dîsa hezar û 230 malbatên Erebên hawirde jî ji Efrînê derketine û vegeriyane herêmên xwe.
Rewac Hacî da zanîn ku rojê 4-5 malbatên Kurd vedigerin Efrînê û diyar kir, “Alîkariya me ji bo welatiyên Efrînê dê berdewam be û ji 10ê vê mehê ve em dê alîkariyên zêdetir bidin wan.”
Ev nivîs 58 car hatiye xwendin.