Şanda Amerîkayê û ENKSê civiyan
PeyamaKurd - Şanda Amerîka û Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li bajarê Qamişlo ji bo beşdarbûna Kurdan di danûstandinên Şamê de civiyan.
Berdevkê ENKSê Feysel Yûsif di daxuyaniya xwe ya îro Yekşemê 05.01.2025ê de ragihand: "Şanda Amerîkayê îro li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê bi serkirdatiya ENKSê re civiya."
Derbarê rojeva civînê de Berdevkê Feysel Yûsif ev tişt got:
"Di civînê de rewşa niha ya Sûriyê, giringiya yekrêziya Kurdan di vê qonaxê de û beşdariyaKurdan bi yek şandê di danûstandinên Şamê de hatin gotûbêjkirin."