Wezîrê Derve yê Fransayê bi Mazlum Ebdî re hevdîtin kir

Wezîrê Derve yê Fransayê bi Mazlum Ebdî re hevdîtin kir

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Wezîrê Karûbarên Derve yê Fransayê Jean Noel Barrotê ku ji bo hin hevdîtinan pêk bîne li Sûriyeyê bû, bi Fermandarê Giştî yê HSDyê Mazlûm Ebdî re bi telefonê axiviye.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Fransayê di nûçeya AFPyê de, Barrot û Ebdî bi taybet li ser pêşeroja kurdan û avakirina Sûriyeyê hevdîtineke berfireh pêk anîne. Hat diyarkirin ku ev hevdîtin beşeke girîng a serdana Barrot a Sûriyeyê bûye.

Barrot di daxuyaniya xwe ya li Şamê ya piştî hevdîtinê de got, “Divê bi kurdan re ku hevalbendên Fransayê ne çareseriyeke siyasî bê kirin, da ku kurd bi temamî tevlî vê pêvajoya siyasî ya ku ji îro pê ve dest pê dike de bibin.”

Ev nivîs 37 car hatiye xwendin.