Serokê Bereya Kurdistana Sûriyeyê: HSDyê yekrêziya kurdî binpêkir û bi tenê çû Şamê
PeyamaKurd – Serokê Bereya Kurdistana Sûriyeyê ku ji çend partî û kesayetên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê pêk tê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD)ê rexne dike û radigihîne ku HSDyê yekrêziya kurdan berbiçav nekiriye û bi tenê çûye Şamê ji bo danûstandinan.
Ji do ve behsa wê yekê tê kirin ku civînek di navbera Heyeta Tehrîr Şam (HTŞ) û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de hatiye kirin, lê tu hûrgiliyên derbarê naveroka civînê de nehatine aşkera kirin û nayê zanîn bê HSDyê çi daxwaz ji Şamê kiriye.
Di vê barê de Serokê Bereya Kurdistana Sûriyeyê Ebdulrehman Hebeş ji BasNewsê re ragihandiye: ‘’Di civîna Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) û HSDyê ya partiyên di bin Rêveberiya Xweser de, behsa çend xalan hatibû kirin ku yek ji wan jî çûna yek şandeya kurdî bû ji bo gotûbêjên li gel Şamê, lê mixabin serdana doh a şandeya HSDyê yq Şamê û civînên li gel Ehmed Şer’a, têkdana wê yekrêziyê bû ku biryar bû kurd bi yek şandeyê biçin Şamê.’’
Herweha got: ‘’Em nizanin ew şande çima bi lez çûye vê demê de çû? Lê biryar bû kurd yekdeng bin di çûna Şamê de, ne wek niha ku kes nizane behsa çi hatiye kirin?’’
Ev nivîs 49 car hatiye xwendin.