Li Silêmaniyê hin saziyên nêzî PKKyê hatin girtin

Li Silêmaniyê hin saziyên nêzî PKKyê hatin girtin

PeyamaKurd – Li gorî nûçeyên medyaya nêzîkî PKyKê, doh, (31.12.2024) hêzên asayişa Silêmaniyê bêyî biryareke fermî hin dezgehên çandî, medyayî yên nêzî PKKyê girtine.

Çavkaniyekî ji rêveberiya giştî ya Silêmaniyê ji ajansa Rûdawê re ragihandiye: “Li ser biryara Encûmena Dadwerî ya Iraqê, me îro heta dawiya îsal gelek navend û dezgeh girtine ku lîsansa wan bi dawî bûye.”

Di nav wan de saziyên ku hatin girtin Navenda Tevgera Jinên Azad, Şirketa Nûgar, Şirketa Gzing/Berbayan Productionê ya Jin TVyê û Şirketa Marziya hene.

Encumena Bilind a Dadwerî ya Iraqê di 6ê tebaxê de jî 3 Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan, Eniya Têkoşîna Demokratîk û Partiya Azadiya Civaka Kurdistanê/Tevgera Azadî jî girtibûn ji ber tometa ku bi PKKyê re peywendiya wan heye.

Wî ragihînerî bi giştî diyar kiriye ku ji bo navend û saziyên girtî tu biryareke cuda nayê xwestin û got, “Ji bo girtina van navendan destûra dadwerekî din nîne. Ji ber ku biryar beriya niha ji aliyê Meclîsa Dadwerî ya Iraqê ve hatibû dayîn. Ev sazî dê girtî bimînin heta ku destûrên wan li Bexdayê bên nûkirin.”

Ev nivîs 35 car hatiye xwendin.