Tevgera Îslamî ya Kurdistanê name ji serokê HTŞê Ehmed Şera re şand: 4 xal pêşkeş kirin
PeyamaKurd - Rêberê Tevgera Îslamî ya Kurdistanê Îrfan Ebdulezîz ragihand ku ti pêwendiya wî ya rasterast bi Heyet Tehrîr El-Şamê û Serokê Rêveberiya nû ya Sûriyeyê Ehmed Şera re nîne, lê wî nameyek jê re şandiye û jê xwestiye ku hikûmeteke sivîl ava bike û dev ji fîqha siyasî ya kevin berde. Rêberê Tevgera Îslamî ya Kurdistanê da zanîn, girîng e Kurd jî ji destpêkê ve hebûna xwe li Sûriyeyê îsbat bikin.
Ebdulezîz ji medya Kurdistanê K24ê re gotiye: “Hikûmeta nû ya Sûriyeyê guh dide pêkhateyên cuda, ev yek jî nîşaneke baş e, lewma divê destûreke nû ji bo Sûriyeyê bê nivîsandin.”
Rêberê Tevgera Îslamî ya Kurdistanê li ser nameya ku ji Ehme Şera re şandiye got: “Niha nûnerê me li Şamê ye. Min 4 xal ji Ehmed Şera re di nameyekê de ji bo avakirina dewleteke sivîl nivîsandin, ku ji bo avakirina dewleteke sivîl, divê dev ji fîqha siyasî ya kevin berde.”
Li ser peyama Serok Barzanî ku tê de pêşwazî li peyama Ehmed Şera ya li ser gelê Kurd li Sûriyeyê kiribû, Ebdulezîz got: “Peyama ku kak Mesûd şandibû, destpêkek gelek baş bû û gelek kêfxweşî di nav Kurdên me yên Rojava de çêkir û wek piştgîriyekê ji wan re bû ku ti kes wan piştguh bike.”
Rêberê Tevgera Îslamî ya Kurdistanê destnîşan kir, pêwîst e Kurd serxwebûna biryarên xwe biparêzin û pêwîst e Kurd giringiyê bidin wan guhartinên Sûriyeyê hatine pêş.
Herwiha Ebdulezîz bi bîr xist, ti pêwendiya wî ya rasterast bi Ehmed Şera û Heyet Tehrîr El-Şamê re nîne û got: “Em dizanin ku Ehmed Şera hemû ramanên xwe li Idlibê guhertiye û 4 sal in li Idlibê hikûmetek ava kiriye.”
Ebdulezîz got: “Min berê amaje bi wê yekê kiriye ku Şera dixwaze ku mînakek bedew a Îslamê nîşan bide.”
Ev nivîs 62 car hatiye xwendin.