Financial Times: Eger li Rojhilat a Dûr şerekî derê wê Rûsya êrîşê Japonya û Kore bike

Financial Times: Eger li Rojhilat a Dûr şerekî derê wê Rûsya êrîşê Japonya û Kore bike

PeyamaKurd – Rojnama Îngîltere ya bi navê Financial Times ragihand ku eger li Rojhilat a Dûr şerekî derê, Rûsya plan dike ku êrîşê Japonya û Kore ya Başûr bike.

Rojname ragihand ku dosyayên leşkerî yên salên 2013-2014an bidest xistiye û di çaxê pêşiya me de, planên Rûsyayê yên bi xeter hene.

Li gor dosyayên ketine destê rojnamê; Rûsya lîsta santralên nuklerî û avahiyên bingehîn yên sîvîl amade kiriye, 160 hedefên girîng yên Japonya û Kore ya Başûr kiriye hedefa xwe.

Di nav deveran de rê, pir, fabrîka û ciyên enerjiyê hene. Santralên nuklerî yên Japonya û pirên Kore ya Başûr di nav hedefan de hene.

Ev nivîs 45 car hatiye xwendin.