Li navça Gerger a bajarê Semsûrê, li ser arazî li hev xistin: 3 birîndar hene

Li navça Gerger a bajarê Semsûrê, li ser arazî li hev xistin: 3 birîndar hene

PeyamaKurd – Li bajarê Semsûrê (Adıyaman) li navça Gergerê li gundê Gonenê di navbera 2 terefan de li ser pirsgirêka arazî pevçûn derket û di encamê de 3 kes birîndar bûn. Di nav birîndaran de yek jê jin e.

Li gundê Gonenê, li mezra Hilimê 2 kesên ku navên wan nehat zanîn de, li ser arazî pevçûn derket. Mirovên wan jî ketin nav meselê. Kesê bi navê Ö.A. bi tivinga nêçîrê  Zülküf A., Aycan A. û Sultan A. birîndar kir.

Tîmên tenduristiyê gihan ciyê bûyerê û birîndaran birin nexweşxana dewletê ya navça Gergerê. Li mezrayê tedbîrên asayîşê hatin sitendin.

Ev nivîs 42 car hatiye xwendin.