Hêzên iraqî endamekî DAIŞê girt, plana êrîşa li Tûzxurmatû têk bir

Hêzên iraqî endamekî DAIŞê girt, plana êrîşa li Tûzxurmatû têk bir

PeyamaKurd – Servîsa Ewlekariya Niştimanî ya Iraqê (INSS) li Tuzxurmatûya parêzgeha Selahedînê endamekî DAIŞê girt yê ku amadekariya êrişeke terorîstî dikir.

INSSyê di daxuyaniyekê de ragihand ku hêzên wan terorîstek girt ê ku dixwest bi bombeyeke bidestçêkirî ku li goristanekê veşartibû, êrîşekê li dijî hêzên ewlehiyê pêk bîne.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku li gor zanyariyên istixbaratî, kesê gumanbar endamê parêzgeha Kerkûkê yê DAIŞê ye. Rola wî peydakirina piştgiriya lojîstîk, dabînkirina madeyên teqîner, û danasîna çalakiyên grûpa terorîst li ser medyaya civakî bû.

Roja pêncşemê, jêderekî ewlekarî ji Şefaq Newsê re ragihandibû ku firokeyên şer ên iraqî otombîleke Toyota û çend hicreyên DAIŞê li nêzîkî Tûzxurmatû ji nav birin.

Ev nivîs 35 car hatiye xwendin.