Mesrûr Barzanî: Sala nû pîroz be û hêvî dikim sala aştî, aramî û avadaniyê be

Mesrûr Barzanî: Sala nû pîroz be û hêvî dikim sala aştî, aramî û avadaniyê be

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 31yê Kanûnê ku 1ê Çileya 2025an a sala nû dibe, peyameke pîrozbahiya sersalê belav kir.

Mesrûr Barzanî di peyama xwe de, pîrozbahî pêşkêşî tevahiya welatiyên Herêma Kurdistanê û tevahiya Kurdistaniyan kir û hêviya şadî, xweşguzeraniyê û saleke aramî xwest.

Serokwezîr Barzanî got: “Hêvî dikim di demeke nêz de giftûgoyên aliyên siyasî yên herêma Kurdistanê bigihîjin encamê û li ser avakirina kabîneya nû ya hikûmetê bigihîjin rêkeftinekê, ji bo ku hikûmeteke yekgirtî, bihêz û seraserî were avakirin.”

Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî ya sersalê:

“Bi minasebeta hatina sala nû ya mîladî ya 2025an, germtirîn pîrozbahîyan pêşkêşî tevahiya welatiyên herêmê û tevahiya Kurdistaniyan dikim û hêviya şadî, xweşgozeraniyê û saleke pir aramî bo hemûyan dikim.

Spasiya berxwedan û bêhin firehiya xelkê nîştimanperwer û zilimlêkirî yê herêma Kurdistanê dikim ku, mixabin jiber çê kirina kêşeyan û ne şandina şayîsteyên darayî yên mûçexwerên herêma Kurdistanê ji aliyê hikûmeta federalî ve, mûçexwerên herêma Kurdistanê saleke dijwar ya darayî derbas kirin.

Hikûmeta herêma Kurdistanê tevahiya erkên xwe bi temamî cîhbicîh kiriye lewre lazime ev kêşeya han di sala nû de bi awayeke hertimî were çareserkirin.

Herwiha hêvî dikin di demeke nêz de giftûgoyên aliyên siyasî yên herêma Kurdistanê bigehêjin encamê û li ser ava kirina kabîneya nû ya hikûmetê bigehêjine rêkeftinekê bo ku, hikûmeteke yekgirtî, bihêz û seraserî yaku, bikaribe di asta erk û astengiyên niha û pêşerojê de be û bêyî cudatî xizmeta tevahiya pêkhateyên herêma Kurdistanê bike, were avakirin.

Sala nû li tevahiya aliyan pîroz be û hêvî dikim sala aştî, aramî û avedaniyê be.”

Ev nivîs 42 car hatiye xwendin.