Parêzgerê Amedê: “Di 2024an de 1,1 milyon geştiyar seredana Diyarbekirê (Amedê) kirin”

Parêzgerê Amedê: “Di 2024an de 1,1 milyon geştiyar seredana Diyarbekirê (Amedê) kirin”

PeyamaKurd – Parêzgerê Diyarbekirê Murat Zorluoğlu, di serê salê de, di peyama xwe de rêjeya geştiyarên ku seredana Diyarbekirê kirine da û got:

“ Diyarbekirê di sala 2024an de 1,1 milyon geştiyariyan kiriye mêvanê xwe. Ev jimar wê di salên pêşiya me de bibe 2-3  milyon geştiyar û em ê bi hevre bibînin.”

Murat Zorluoğlu li Pirinçlikê di dema seredana xwe ya hêzên asayîşê de, sersala rojnamevanan pîroz kir û got:

“Sala 2025 bibe salekî xweş. Sala 2024an bi temamî salekî tije hûzûr bû. Diyarbekir êdî ne bi bûyerên xerab lê bi veberhênan, hilberîn, geştiyarî û îstîhdamê tê xeberdan. Diyarbekir, dev ji geştiyariyê bernade û wê di dahatûya Diyarbekirê de ciyekî wê yê girîng hebe. Di çand, geştiyarî, geştiyariya baweriye de em xwediyê derfetên gelek başin.”

Ev nivîs 50 car hatiye xwendin.