Li Bakurê Kurdistanê ji bo Rojava rapirsî: Gelo Kurd dixwazin beşdarî rêveberiya Şamê bibin?
PeyamaKurd - Navenda Lêkolînên Qada Civakî û Polîtîk SAMERê di navbera rojên 21 û 25ê Kanûnê de li ser rojeva Sûriyeyê egere beşdariya Kurdan di nav rêveberiya nû ya Şamê de, bi 761 kesan re bi rêya telefonê û online rapirsiyek çêkir.
Di rapirsiya ku ji Kurdên Diyarbekir, Mêrdîn, Riha, Wan, Batman, Dêrsim, Enqere, Stenbol û Mêrsînê hatiye kirin de, pirsa ‘Li gorî we divê Kurdên li Sûriyeyê beşdarî birêvebiriya nû ya Sûriyeyê bibin?’ hate pirsîn.
Di rapirsiyê de, ji sedî 92yê beşdaran daye zanîn ku ew dixwazin Kurd beşdarî birêvebiriya nû ya Sûriyeyê bibin. Ji sedî 42yê beşdaran jî gotiye di rewşa heyî de PYD dikare destkeftiyên Kurdan ên li Sûriyeyê biparêze.
Encamên rapirsiya SAMERê wiha ne:
1 - Li gorî we divê Kurdên li Sûriyeyê beşdarî birêvebiriya nû ya Sûriyeyê bibin?
Belê: Ji sedî 92,4
Na: Ji sedî 6,6
Nizanim: Ji sedî 1,1
2 - Eger PYD bi birêvebiriya nû ya Sûriyeyê re li hev bike gelo dikare destkeftiyên Kurdan ên li Sûriyeyê biparêze?
Belê: Ji sedî 42
Na: Ji sedî 14,8
Qismî ji sedî 33
Bê biryar: Ji sedî 8,3
Nizanim: Ji sedî 1,8
3 - Li gorî we Kurd di sîstema nû ya Sûriyeyê de divê çawa cih bigirin?
Rêveberiya Xweser û Demokratîk: Ji sedî 23,6
Federal: Ji sedî 11,6
Parastina Deskeftiyên Nasnameya Kurdî: Ji sedî 7,9
Li gel Hikûmetê: Ji sedî 6,7
Pêşengiya Avakirina Sûriyeya Demokratîk: Ji sedî 6,5
Bihêzkirina Leşkerî: Ji sedî 5,8
Serbixwe: Ji sedî 5,8
Welatiya Wekhev: Ji sedî 5
Ev nivîs 59 car hatiye xwendin.