Buldan bersiva pirsa "Ocalan wê kengî banga danîna çekan li PKKê bike?" da
PeyamaKurd – Parlamentera DEMê ya Wanê Pervîn Buldan a di heyeta ku li Îmraliyê bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîbû de got, "Em ê piştî sersalê daxwaza randevûyê ji partiyên siyasî bikin." Herwiha diyar kir ku dibe ku di demeke kin de careke din biçin Îmraliyê.
Parlamentera Wanê ya DEMê Pervîn Buldan û Parlamenterê Stenbolê Sirri Sureyya Onder li Îmraliyê bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin. Civîna doh pêk hat bi qasî 2 saetan dewam kir.
Ocalan di daxuyaniya xwe de got, "Ez amade me ku gava erênî bavêjim û bangê bikim."
Buldan derbarê hevdîtinê de got, "Em ê piştî sersalê ji partiyên siyasî randevûyê bixwazin."
Herwiha got, "Piştî ku em hevdîtinên xwe pêk bînin, dibe ku di demeke kin de careke din biçin Îmraliyê."
“Serdema aştiyê, serdema demokrasiyê ye”
Buldan got, "Ez her tim ji aştiyê hêvîdar im" û wiha pê de çû: "Teqez wê aştî were van xakan, lê ez difikirim ku em di dema herî nêzîk a aştiyê de ne. Me li Îmraliyê hevdîtineke pir erênî û baş pêk anî. Belê, dema aştî û demokrasiyê ye."
Ocalan wê kengî bangê bike?
Buldan herwiha diyar kir ku heta niha dîrokek diyar nîne ku Abdullah Ocalan kengî bangî PKKê bike ku çekan deyne.