Ji ENKSê bangewazî: Avakirina helwesteke yekgirtî ya Kurdî bijardeyeke stratejîk e

Ji ENKSê bangewazî: Avakirina helwesteke yekgirtî ya Kurdî bijardeyeke stratejîk e

PeyamaKurd - Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) derbarê yekhelwestiya aliyên Kurd li Rojavayê Kurdistanê û bidestxistina mafên rewa yên gelê Kurd li Şamê daxuyanî da.

ENKSê destnîşan kir, avakirina helwesteke yekgirtî ya kurdî bijardeyeke stratejîk e û kar ji bo bidestveanîna wê dikin.

Serokatiya ENKSê bi daxuyaniyekê ragihand, hin malperên torên civakî û peyamnêran zanyariyên derew li ser helwesta ENKSê ya derbarê diyaloga Kurdî - Kurdî de, belav kirine.

Serokatiya ENKSê li ser îdiayan ev daxuyanî da:

- Tiştên ku di belavokên navborî de hatine gotin, ti pêwendiya xwe bi rastiyê re nîne û helwesta ENKSê nîşan nade.

- ENKS avakirina helwesteke yekgirtî ya Kurdî wek bijardeyeke stratejîk dibîne û kar ji bo bidestveanîna vê yekê dike, Li gorî mafên gelê me û doza wî ya netewî, bi berçavgirtina pêşhatên qonaxa niha û erkên piştî rûxandina rejîma zalim.

- Karê ENKSê yê ji bo yekrêziya helwesta Kurdî, ne nakok e bi karê wê yê di nava Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyeyê de û karê yê bi hêzên din ên niştimanî yên Sûrî re, bi awayekî ku xizmeta daxwazên gelê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên wê bike û mafên gelê Kurd li Sûriyeyê misoger bike.

Serokatiya ENKSê got: “Em bang li her kesî dikin ku derbarê wergirtina agahiyên taybet bi ENKSê de rast bin û ji Berdevkê Fermî yê ENKSê û serokatiya wê werbigirin û xwe ji weşandin û belavkirina nûçeyên derew ên ku armanc dikin ku tevlihevî û xirapiyê peyda bikin, dûr bixin.”

Ev nivîs 53 car hatiye xwendin.