DEM Partiyê naveroka hevdîtina Abdullah Ocalan eşkere kir: Amade me gava erênî bavêjim û bangewaziya pêwîst bikim

DEM Partiyê naveroka hevdîtina Abdullah Ocalan eşkere kir: Amade me gava erênî bavêjim û bangewaziya pêwîst bikim

PeyamaKurd - DEM Partiyê naveroka hevdîtina Sirri Sureyya Onder û Pervîn Buldan a doh 28ê Kanûnê li Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re pêk anîbûn eşkere kir.

Li gorî daxuyaniya nivîskî, Ocalan di hevdîtina doh de diyar kir ku jinûvexurtkirina biratiya Tirk-Kurdan ji bo diyarkirina qedera hemû gelên herêmê pir girîng e û gotiye: “Ez amade me ku gava erênî biavêjim û bangawaziya pêwîst bikim. Ji bo Tirkiye û herêmê dem dema aştî, demokrasî û biratiyê ye.” 

Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder doh li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê bi damezrînerê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtinek pêk anîn.

Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder têkildarî hevdîtinê daxuyaniyeke nivîskî weşandin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku; “Me di 28’ê Kanûna 2024’an de li Îmraliyê bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtineke berfireh li dar xist. Rewşa wî ya tenduristiyê baş bû, moralê wî pir baş bû. Nirxandinên wî yên ji bo çareseriya mayinde ya pirsgirêka Kurd pir jiyanî bûn. Di hevdîtinê de geşedanên dawî yên li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê hatin nirxandin. Birêz Ocalan, li dijî senaryoyên pêşeroja tarî yên tên ferzkirin,  pêşniyarên çareseriyê yên erênî pêşkeş kir.” 

Daxuyaniya hevdîtinê wiha ye:

“* Jinûvexurtkirina biratiya Tirk-Kurdan biqasî berpirsyartiyeke dîrokî, di heman demê de ji bo diyarkirina qedera hemû gelan diyarker e, girîng û mijareke lezgîn e.  

* Ji bo pêvajo bi ser keve, hemû derdorên siyasî yên li Tirkiyeyê bêyî ku bikevin nava hesabên demkî û teng, hewceye înîsiyatîfê li xwe bigirin, çêker nêz bibin û ji hêla erênî ve sûdewer bin. Ev yek pir girîng e. Bêguman yek ji zemînên vê sûdeweriyê ya herî girîng jî dê TBMM be.  

* Geşedanên li Xeze û Sûriyeyê nîşan dan ku çareseriya vê pirsgirêka ku bi mudaxileyên derve re her ku diçe bêhtir kûr dibe, ketiye rewşeke wisa ku nabe ku êdî were taloqkirin. Di çarçoveya vê micidahiyê de, ji bo ev xebat were biserxistin, piştevanî û pêşniyarên muxalefetê binirx in.  

* Ez jî xwedî wê zanebûn û biryardariyê me ku ji hêla erênî ve piştgiriyê bidim paradîgmaya ku birêz Bahçelî û birêz Erdogan hêz didinê.  

* Şande dê vê nêzikatiya min hem bi dewletê re hem jî heke hewce bike dê bi derdorên siyasî re parve bike. Di vê çarçoveyê de, ez amade me ku gava erênî biavêjim û bangawaziya pêwîst bikim.  

* Ev hewldanên me tevek dê welat bigihijîne asta heq dike û di heman demê de ji bo veguherîneke demokratîk jî dê bibe rênîşaneke pir bi nirx.  

*Ji bo Tirkiye û herêmê dem dema aştî, demokrasî û biratiyê ye.”

Ev nivîs 61 car hatiye xwendin.