Elon Musk bû cîranê Donald Trump: Li Washingtonê nîqaşan dest pê kir

Elon Musk bû cîranê Donald Trump: Li Washingtonê nîqaşan dest pê kir

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku karsazê Amerîkî yê xwediyê Tesla, SpaceX û platforma medya civakî Xê Elon Musk, li cem mala serokê hilbijarti yê Amerîkayê Donald Trump xanî kirê kiriye û bûye cîranê wî.

Li gorî nûçeya The New York Timesê, Elon Musk ê ku dema hilbijartinan piştgiriyeke xurt dabû Trump û wek şêwirmendekî wî jî hatibû destnîşankirin, niha li nav erazîyên Mar-a-Lago ya Florîdayê, xanîyek kirê kiriye û tê de dimîne ku mala wî bi qasî çend sed metreyan nêzîkî mala Trump e.

Piştî belavbûna nûçeyê, li Washingtonê bandora Musk a li ser Trump tê nîqaşkirin ku wê di pêşerojê de jî bibe sedema wergirtina biryarên rêveberiya Koşka Spî.

Ev nivîs 51 car hatiye xwendin.