Wezîrê Derve yê Awusturyayê bû Serokwezîrê welat

Wezîrê Derve yê Awusturyayê bû Serokwezîrê welat

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Awusturyayê Alexander Schallenberg, ji ber binketina hevdîtinên koalîsyonê, heta hikûmeta nû were avakirin wekî serokwezîr hate erkdarkirin.

Hate ragihandin ku piştî serneketina hevdîtinên avakirina hikûmetê Serokwezîr Karl Nehammer îstifa xwe da û li şûna wî heta hikûmeta nû bê avakirin, Alexander Schallenberg dest bi kar kir.

Hêjayî gotinê ye, di hilbijartinên 29ê Îlona 2024an de, Partiya Azadiya Awistirya (FPO) bûbû yekemîn û Partiya Gel a Awistirya (OVP) jî bûbû duyemîn û Partiya Sosyalîst Demokratan (SPO) jî sêyemînî bi dest anîbû. Herwiha Partiya Kesan jî bûbû partiya pêncem.

Ji ber ku hemû partiyan li ser avakirina hikûmetê li hev nekiriye hîn jî hikûmet nehatiye damezrandin.

Schallenberg, ji 2019an wezîrê derve ye û di sala 2021ê de jî bi qasî du mehan serokwezîrtî kiribû.

Ev nivîs 47 car hatiye xwendin.