Nûnerê Almanyayê bi Mazlûm Ebdî re li ser pêşeroja kurdên Rojavayê Kurdistanê axivî
PeyamaKurd – Nûnerê Taybet ê Almanyayê yê ji bo Karûbarên Sûriyeyê, Stefan Schneck ragihand ku bi rêya telefonê li gel Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî axiviye û wan derbarê paşeroja gelê kurd a li Rojavayê Kurdistanê gotûbêj kiriye.
Li gorî AFPya fransî, Nûnerê Almanyayê Schneck, doh (09.01.2025) bi telefonê bi Mazlûm Ebdî re axiviye.
Di civînê de mijara bidestxistina mafên kurdan a di çarçoveyeke aştiyane de di nava dewleteke yekgirtî ya Sûriyeyê de hatiye gotûbêjkirin.
Schneck ji North Pressê re ku bi nêzîkbûna xwe ya bi Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê re tê naskirin, da zanîn ku wî û Ebdî li ser îmkana yekkirina mafên kurdan di çarçoveya niştimanî ya Sûriyeyê de gotûbêj kirine.
Schneck bal kişandiye ser wê yekê ku rêveberiya nû ya Sûriyeyê ji niha ve girîngiya vê mijarê qebûl kiriye û wî diyar kiriye ku pêwîst e van gotûbêjan veguherînin rojeveke neteweyî ya ku dê hêzên welêt bike yek.
Schneck her weha bal kişandiye ser rola krîtîk a diyalogê di çareserkirina aloziya Sûriyeyê de û diyar kiriye ku bêyî çareseriyeke siyasî welat aram nabe.
Wî destnîşan kiriye ku Almanya pêbend e ku piştgiriya serkeftina vê diyalogê bike.
Derbarê ambargoyan de jî Schneck diyar kiriye ku Almanya bi taybetî dilgiran e ku dorpêçên li ser elektrîk, firokevanî û sektorên girêdayî enerjiyê rake, da ku ew di avakirina Sûriyeyê de bibin alîkar. Lê wî eşkere kiriye ku cezayên li dijî Beşar Esed û hevalbendên wî dê berdewam bin.
Schneck ji ber rakirina cezayên 6 mehan ên Amerîkayê pesnê wê veda, lê diyar kir ku ji ber 27 welatên endamên Yekîtiya Ewropayê ev pêvajo hêdî dimeşe.
Tevî vê yekê jî wî daye zanîn ku Almanya bi tundî alîgira rakirina ambargoyan e ji bo alîkarîkirina jinûveavakirina Sûriyeyê.
Ev nivîs 41 car hatiye xwendin.