Fransa: Haya me ji deynê me yê li hember HSD û şervanên azadiyê heye

Fransa: Haya me ji deynê me yê li hember HSD û şervanên azadiyê heye

PeyamaKurd – Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Fransayê Christophe Lemoine got, "Em bi deynê xwe yê li hemberî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û şervanên azadiyê dizanin. Di salên dijwar ên têkoşîna li dijî terorê de li kêleka me bûn.

Di civîna çapemeniyê ya heftane ya Wezareta Karên Derve ya Fransayê de, Berdevkê Wezareta Karên Derve Christophe Lemoine daxuyanî da û pirsên rojnamevanan bersivand.

Berdevkê Fransayê li ser pirsa nûçegihanê AAyê da zanîn ku ew ê li Rojava û Sûriyeyê piştgiriyê bidin Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD).

"Gelo Fransa PKKê weke rêxistineke terorîst pênase dike? Hûn qebûl dikin ku ev pêkhateya ku hûn jê re dibêjin HSDê li Sûriyeyê pêwendiya wê bi PKKê re heye û rêxistina eniya wê ye? Bersiva we ji bo vê pêkhateya li Sûriyeyê ya ku li Sûriyeyê dixwaze leşkerên Fransî li dijî Tirkiyê bên bicihkirin çi ye?" Lemoine bersiva pirsê wiha da:

“Tişta ku ji bo me di prensîbê de girîng e, tevlîkirina komên ku niha li axa Sûriyê tevdigerin di pêvajoya veguhêz de.

Bi qasî ku ez dizanim tişta ku tê xwestin di navbera hêzên HSDê û rayedarên (Rêveberiya Şamê) de were kirin ev e.

Dixwazim gotinên Serok Macron ên derbarê hêzên Kurdî de bi bîr bînim.

Em bi deynê xwe yê li hemberî Hêzên Sûriyeya Demokratîk û şervanên azadiyê dizanin. Di salên dijwar ên têkoşîna li dijî terorê de li gel me bûn. Ev gotinên Serokê me ne."

 
Ev nivîs 69 car hatiye xwendin.