Wezîrê Derve yê Îtalyayê îro serdana Sûriyê dike

Wezîrê Derve yê Îtalyayê îro serdana Sûriyê dike

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Îtalyayê îro serdana Sûriyê dike ji bo teşwîqkirina veguhestina siyasî li Sûriyê.

Li gorî ajansa Associated Press, Wezîrê Derve yê Îtalya Antonio Tajani wê îro here Sûriyê ji bo teşwîqkirina veguheztina siyasî li Sûriyê. Tajani got, piştî guhertina rewşa siyasî divê Ewropa dorpêçên li ser Şamê rake.

Tajanî ku doh li Romayê serokatiya civîna bi amadebûna berpirsên Wezareta Derve ya 5 welatan (Îngîltere, Fransa, Almanya, Îtalya û Amerîka) li Romayê birêve çû kir, berî demekê bi wezîrên derve yên Tirkiye û Erebistana Siûdî re jî axivîbû.

Tajanî ku di civîna li Romayê de bal kişand ser girîngiya naskirina mafên hemû gelên Sûriyeyê û wiha got: “Şandê nîgeraniya xwe derbarê mafên Xiristiyanan û pêkhateyên din ên di bin rêveberiya Tehrîr el-Şam (HTŞ) de nîşan da.”

 
 
Ev nivîs 50 car hatiye xwendin.