Rêbera opozîsyonê hat desteserkirin
PeyamaKurd – Lîdera muxalefetê Maria Corina Machado li Venezuelayê dema ji xwepêşandana li dijî encamên hilbijartinên serokatiyê derketibû hat desteserkirin.
Machado ku piştgirî dide namzetê koalîsyona muxalefetê Edmundo Gonzalez, piştî çend mehan cara ewil beşdarî protestoyên li Caracas bû û axivî.
Di daxuyaniya ku li ser hesabê Xê yê medyaya civakî ya Buroya Çapemeniyê ya Machadoyê hat dayîn de hat diyarkirin ku hêzên ewlehiyê piştî axaftina Machado gule li konvoya Machado ya ku ji qada xwepêşandanê derketiye gulebaran kirine.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku Machado piştre hatiye desteserkirin.