Çavkaniyên îsraîlî: Netenyahû ji bo êrîşeke li dijî Îranê dê bi artêşê re gotûbêjan bike

Çavkaniyên îsraîlî: Netenyahû ji bo êrîşeke li dijî Îranê dê bi artêşê re gotûbêjan bike

PeyamaKurd – Kanal 12ê ya Îsraîlê ragihand: “Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netenyahû civîneke taybet dê saz dike ji bo gotûbêjkirina amadekariyên artêşê ya li dijî Îranê”

Berî niha Netenyahû ragihandibû ku “Em rijd in li ser wê yekê ku bi tundî li eniya Îranê bidin, ji ber ku hîn hebûna wê eniyê heye û hêza wê ya zêdetir heye ku bikeve nav qada şer.”

Li gorî Kanal 12yê ya Îsraîlê radigihîne, “Metirsiya ji Îranê hîn heye û ew ê amade bin ji bo her şerekî mihetemel,” û got: “Em dê guherîneke bingehîn li Rojhilata Navîn pêk bînin.”

Ev nivîs 40 car hatiye xwendin.