Îngilistan dê 30 hezar dronan ji Ûkraynayê re bişîne

Îngilistan dê 30 hezar dronan ji Ûkraynayê re bişîne

PeyamaKurd – Wezîrê Parastinê yê Îngilîstanê John Healeyê ku beşdarî 25emîn Civîna Koma Peywendiya Parastinê ya Ûkraynayê bû ku li Baregeha Esmanî ya Ramsteîn a Almanyayê hat lidarxistin, ragihand ku koalîsyona navneteweyî ya bi pêşengiya Îngilistan û Letonyayê, dê 30 hezar dronan bide Ûkraynayê. Healey got, “Wêrekiya bênavber a gelê Ûkraynayê îlhamê dide cîhanê. Ev civîna ku zêdetirî 50 welat beşdarî wê bûne, der barê piştgiriya civaka navneteweyî de ya ji bo Ûkraynayê, peyameke zelal ji Pûtîn re dişîne.”

Healey got: “Parastina Îngilistanê bi Ûkraynayê dest pê dike. Piştgiriya leşkerî ya ji Ûkraynayê re ji bo piştgirîkirina ewlehiya neteweyî û aramiya Îngilistan li Ewropayê pir girîng e.”

Healey her weha da zanîn ku pereyê ku ji aliyê Sindoqa Navdewletî ya ji bo Ûkraynayê hatiye komkirin ku ji aliyê Îngilistanê ve tê birêvebirin û sîstema sereke ya wekî sîstema parastina hewayî û sîstemên topavêjê ji Ûkraynayê re peyda dike, ji 1,3 milyar sterlînî derbas bûye.

Di daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Îngilîstanê de jî hatiye ragihandin ku koalîsyona navneteweyî ya di destpêka sala borî de hatiye avakirin, ferman daye ku 30 hezar dronan ên bi bihayê 55 milyon dolarî radestî Ûkraynayê bike, lê nehatiye diyarkirin bê dê kengî radestî Ûkraynayê bê kirin.

Tê diyarkirin ku ev 30 hezar dronên ku dê ji Ûkraynayê re bên hinartin, dê Îngilistan, Danîmarka, Holenda, Letonya û Swêd dê wan finanse bike.

 

Ev nivîs 35 car hatiye xwendin.