Trump: Pûtîn dixwaze bi min re bicive û me li ser vê civînê li hev kir
PeyamaKurd – Serokê hilbijartî yê Amerîkayê Donald Trump got ku Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn dixwaze bi wî re hevdîtinê bike û wan li ser vê hevdîtin li hev kirine.
Serokê hilbijartî yê Amerîkayê Donald Trump piştî ku li mala xwe ya Mar-a-Lago ya li Florîdayê bi parezgarên Komarî re hevdîtin kir daxuyaniyeke kurt da çapemeniyê.
Trump di daxuyaniya xwe de bal kişand ser Şerê Rûsya û Ûkraynayê û diyar kir ku Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn dixwaze pê re hevdîtinê bike.
"Divê em dawî li vî şerî bînin"
Trump bêyî ku bikeve nav axavtina xwe wiha got: "Ew (Pûtîn) dixwaze bi min re bicive; em ê bicivin. Serok Pûtîn dixwaze bicive, wî ev yek eşkere gotiye.” Û hûrgulî li ser kengî dibe ku hevdîtin pêk were tu agahî nedan.
Trump beriya niha diyar kiribû ku ew dixwazin şerê Rûsya û Ûkraynayê di demeke herî kurt de piştî destbiserkirina serokatiyê biqede û ji bo vê jî amade ye bi Pûtîn re hevdîtinê bike.