Li Iraqê ‘Hevpeymaniya Yekgirtû ya Serkirdayetiya Sunniyan’ hat avakirin

Li Iraqê ‘Hevpeymaniya Yekgirtû ya Serkirdayetiya Sunniyan’ hat avakirin

PeyamaKurd – Li Iraqê “Hevpeymaniya Yekgirtû ya Serkirdayetiya Sunniyan” hat avakirin ku ji hin serkirde û siyasetmedarên partiyên Sunnî pêk tê.

Derbarê mijarê de ji aliyê Buroya Çapemeniyê ya Îtîlafa Serwerî ya bi pêşengiya siyasetmedarê sunnî yê Iraqê Hamîs Hançer ve daxuyaniyeke nivîskî hat dayîn.

Li gorî vê yekê, ji bilî Serokê Meclîsê Mehmûd Meşhedanî, Xemîs Hançer, Serokê Hevpeymaniya Azim Musenna es-Samerayî, Serokê Bloka Cemahir Ehmed El Cubûrî û Serokê Bloka Mubadere Ziyad ec-Cenabî li Bexdayê civîneke girtî li dar xistin û li ser damezrandin û ragihandina hevpeymaniya navborî gihiştin rêkeftinekê.

Hate gotin ku bernameya siyasî ya pêkhateya Sune ya bidestxistina mafên yasayî û siyasî li seranserî Iraqê û bi taybet li parêzgehên bakur û rojava wê piştre were ragihandin.

 
Ev nivîs 49 car hatiye xwendin.