Îstixbarata Rûsyayê: Ajanên Amerîka û Brîtanyayê hewl didin ku em ji Sûriyeyê derkevin

Îstixbarata Rûsyayê: Ajanên Amerîka û Brîtanyayê hewl didin ku em ji Sûriyeyê derkevin

PeyamaKurd – Li gorî nûçeyên îro di çapemeniya Rûsyayê de hatin belavkirin, îstixbarata Rûsyayê ajanên Amerîka û Brîtanyayê bi wê yekê tohmetbar kir ku hewl didin êrişan li ser baregehên leşkerî yên Rûsyayê li Sûriyeyê bikin, da ku Rûsyayê neçar bikin ku baregehên xwe vala bike.

Dezgeha îstixbaratê ti delîl li ser tohmetbarkirina xwe nedaye.

Ajansa nûçeyan a Rûsî TASS do li ser zarê çavkaniyekê ragihand ku rêveberiya demkî li Sûriyeyê plana binpêkirina rêkeftinên ku li gorî wan Rûsya baregehên xwe yên leşkerî li parêzgehên Laziqiyê û Tertûsê bi kar tîne di demeke nêzîk de nake.

Rûsyayê du navendên leşkerî li Sûriyê hene: navenda lojîstîka deryayî ya Rûsyayê li bajarê Tertûsê û baregeha hewayî ya Hmeymimê ya li bajarê Laziqiyê.

Ev nivîs 32 car hatiye xwendin.