HTŞyê li Laziqiyê dest bi operasyonên ewlehiyê kir
PeyamaKurd – Rêveberiya Operasyonên Leşkerî yên Sûriyeyê û Wezareta Navxwe ya bi ser Heyetul Tehrîr-eş Şamê, îro dest bi operasyoneke ewlekarî li başûrê Laziqiyê kirin bi armanca "vegerandina bi ewlehî û aramiî ua ji bo niştecihan".
lL gorî Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA), ev tevger piştî raporên niştecihan ên derbarê hebûna paşmahiyên "milîsên Esed" de hat.
Piştî bidawîbûna muhleta radestkirina çekan û lihevkirinê, Serokê Rêveberiya Asayîşa Giştî ya Laziqiyê Albay Mistefa Kneyfetî ji SANAyê re got, "Me li gelek deverên parêzgeha Laziqiyê kampanyayên ewlehiyê dane destpêkirin da ku aramiyê pêk bînin."
Di pêşveçûneke pêwendîdar de, rêveberiya serbazî hêzeke girîng şand gundewarên Humsê ji bo şopandina paşmahiyên rejîma hilweşandî.
Herwiha hat ragihandin ku li herêma El-Meyadîn a parêzgeha Dêrezorê di navbera hêzên Sûriyeyê yên nû û alîgirên rêjîma berê de şer û pevçûn derketine.
Ji aliyê xwe ve, fermandarê meydanî Ebdulsetar Yûsif got ku rêveberiya leşkerî 10 navendên lihevhatinê li deverên di bin kontrola xwe de ava kirine, di nav de Şam, Heleb, Hema, Hums, Tertûs û Dêrezorê.
Wî diyar kir ku rêveberî hemû nav û lîsteyên kesên ku di bin fermana Esed de xizmet kirine dinirxîne û got, "Me jimareyên pêwendiyê ji bo kesên ku dudil in ji ber tirsa tolhildanê derkevin, danîne."
Doh, roja înê, Rêveberiya Operasyonên Leşkerî yên Sûriyê ragihand ku zêdetirî 34,000 endamên rêjîma berê serî li navendên lihevhatinê li seranserê ne. Karbidestên polîs, ku li benda kontrolên paşerojê ne, dê destûrê bidin ku vegerin cihên xwe ger ku tevlêbûna sûc an şer neyê dîtin.
Nemaze, rayedarên nû jî ji bo girtina kesayetên navdar ên hukûmeta berê hewildan zêde kirine. Di nav girtiyan de serokê Şaxa Ewlekariya Giştî ya Laziqiyê Hayyan Meya; General Mihemed Kanco El-Hesen, serokê berê yê Dezgeha Dadwerî ya Leşkerî; û lîwa Riyad Hesen, serokê Şaxa Ewlekariya Siyasî li Şamê. Di vê navberê de, lîwa Şucaa El-Elî, fermandarê leşkerî yê berê li gundewarê Humsê, di pevçûnên bi HTŞyê re hatine kuştin.
Ev nivîs 30 car hatiye xwendin.