Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê: Desthilatdarên nû yên Sûriyeyê terorîst in

Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê: Desthilatdarên nû yên Sûriyeyê terorîst in

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Îsraîlê Gideon Saar dibêje, desthilatdarên nû yên Sûriyeyê, toreke terorîst e û ev rejîmeke Îslamî ye dixwaze tevahiya Sûriyeyê kontrol bike.

Wezîrê Derve yê Îsraîlê Gideon Saar got: “Tiştê ku li Sûriyeyê qewimiye, ne radestkirina desthilatê bi awayekî aştiyane bû, lê toreke terorîst ji Idlibê hat û Şamê xist bin kontrola xwe.”

Saar herwiha got: “Rast e ku welatên rojava bi awayê radestkirina desthilatê li wir bi aştiyane razî ye, lê divê em ji bîr nekin ku ew ne sîstemek desthilatdariyê ya ku bi awayekî demokratîk hatiye hilbijartin.”

Herweha got: “Welatên Rojava bi heyecan in, ji ber ku ew dixwazin  alîkariya aramiyê û vegerandina bi milyonan penaberên Sûrî bike. Lê rewşa Sûriyê ne dilniyayê nade û aramiyeke rasteqîn nîne.”

Wezîrê Derve yê Îsraîlê got: “Li bajarên peravê şer û pevçûn hene. Gefên aşkere yên Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ji bo jinavbirina xweseriya Kurdan hene. Destdirêjî li Xiristiyanan tê kirin, ji ber ku ev rejîmeke Îslamî ye ku dixwaze tevahiya Sûriyê kontrol bike.”

Ev yek di demekê de ye, Serokê Heyet Tehrîr El-Şam Ehmed Şera berî du hefteyan bi xwe amaje bi wê yekê kiribû ku hikûmeta nû ya Sûriyê bi Îsraîlê re nakeve nav nakokiyan.

Şera tekez kiribû: “Sûriyê ji ber şerê bi salan, westiyaye, rewşa wê jî rê nade ketina nav pevçûnên nû.” Amaje bi wê jî kiribû, “Avakirin û aramî pêşîneyên sereke ne.”

Ev nivîs 34 car hatiye xwendin.