Hûsî: Me bi moşekên Filîstîn2 êrîşî Îsraîlê kir
PeyamaKurd – Piştî êrîşên ser Sena ya Yemenê, Hûsiyên Yemenê jî ragihand ku wan bersiva êrîşên Îsraîlê yên li ser Balefirgeha Senayê daye û Balefirgeha Ben Gurion a li Tel Avîvê kirine armanc.
Hûsiyên Yemenê ku Îran piştevaniya wan dike îro 27ê Kanûnê ragihand, “Di bersiva êrîşên Îsraîlê yên li ser welatê me de, dezgehên moşekan ên hêzên çekdarên Yemenê operasyoneke bêmînak kir ku Balefirgeha Ben Gurionê li devera Yafayê bi moşekên balistîk yên ji deng bileztir bi navê Filistîn2 kir armanc.”
Hûsiyan gotiye, “Em piştrast in ku wan moşekan armanca xwe pêk aniye.”
Hûsiyan diyar kir, ji bilî şandina moşekên balistîk, bi dronan jî êrîşî ser naverasta Îsraîlê û keştiyekê li deryaya Erebî.
Herwiha Hûsiyan da zanîn, “Êrîşên Îsraîlê me bihêztir dikin, ji bo ku em berdewamiyê bidin piştevaniya xwe ji bo gelê Filistînê.”
Ev nivîs 32 car hatiye xwendin.